Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

163 Kes li Koreya Başûr ji Mirinê Rizgar Dibin


Roja Yekşemê zêrevanên peravên deryayî yên Koreya Başûr gotin ku, wan 163 kes ji mirinê rizgar kirin, piştî gemiya wan bi kevran ket bû li perava Başûrê Rojhilatê welat, ji kesên hatin rizgar kirin 6 kes birîndar bûne lê birînên wan sivikin.

Berpirsê zêrevanên deryayî li herêma bûyerê da zanîn ku, di gemiyê de 158 nefer û 5 kes ji tîma ajotinê hebûn, piştî gemîyê xwe li keviran dabû, tîmên hewar hatinê zû gihan cihê bûyerê kesên têde, bo keştiya taybet ya zêrevanên deryayî û gemiyên biçûk yên xelkê hatin veguhastin.

Zêrevanên peravan dan eşkere kirin ku, wan bi şêweke rihet ew rizgar kirin, jiber ku, gemiya wan jêr av ne bûbû û alîsengiya xwe wenda nekir bû, herçende perçekê gemiyê têkşika bû.

Berpirs didin zanîn ku, sedema bûyerê seqayek mijdar bû li herêmê, herwiha kapîtanê gemiyê dixwest xwe ji rêya gemiya nêçîrê varê bike gemî çûye ser kevran û bûyer qewimîye.

Berpirsekî zêrevanên deryayî ji derbenda Mokpo ragihand ku, berpirsên Îdara bajêr lêpirsîn li dij taqima gemiyê daye destpêkirin, ji encamê lêkolînên destpêkê xûya bûye ku, sedemê derketina bûyerê ne vexiwarinê alkoholê bûye.

XS
SM
MD
LG