Nivîsîngeha Dozgerê Giştî yê Diyarbekirê biryar da doz bê vekirin dijî 34 kesên ku sala bûrî li Qendîl û kempa Mexmûrê ya mişextan li bakûra Îraqê vegeriyan Tirkîye.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, parêzer û berevankar Sabahattin Korkmaz li Diyarbekir dibêje ev doze bi rewşa siyasî ya Tirkîye ve girêdayî ne.
Li meha 10, sala 2009 grûpeka pêkhatî li 34 kesan, bi navê grûpa ‘aştiyê’, li Îraqê vegeriyan Tirkîyê.
Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna bi birêz Korkmaz re, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.