Qanûndanêrê Amerîkî Andre Jacque, ku li dijî bikaranîna mask û lêdana vaksîna li diji COVID-19 e, bi vîrûsa koronayê ket û ew niha li nexweşxanêyê di rewşekê giran ve ye.
Hevjîna Jacque bang li Amerîkîyan dike ku li xwe dijî vîrusa korona biparêzin û vaksînê li xwe bidin.
Senatorê Komarî Jacque ji 16ê Tebaxê vir ve li nexweşxanê ye û pişti çend rojan ji rakirina nexweşxaneyê, ew li makîneya oksîjenê hatiye girêdan.
Hevjîna wî Renee Jacque bi rêya e-mailê got ku 5 kes ji malbata wan yên 8 kesan bi vîrusa korona ketine ku di nav wan de 6 zarok hene ku yek ji wan hîn li dergûşe ye.
Xanim Jacque herwiha got ku 3 endamên malbata wan ku hatibûn vaksîn kirin, bi tenê yek ji wan bi COVID-19ê nexweş ketiye, le ew jî bi semptomên ne giran.