Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Pêketinên Korona li Asya ji 100 Mîlyonî Borî


HEALTH-CORONAVIRUS/SOUTHKOREA-TELEMEDICINE
HEALTH-CORONAVIRUS/SOUTHKOREA-TELEMEDICINE

Ajansa Reuters îro Çarşemê ragihand ku pêketinên ji vîrusa korona li Asyayê ji 100 mîlyonî borî.

Reuters dîyar dike ku li wê parzemînê belavbûnê vîrusê bi awaye rekorî didome û BA.2 ya omicron cureya domînant e.

Rêxistina Saxlamî ya Cîhanî (WHO) jî radigihîne ku di her do rojan de pirtir jî 1 mîlyonî pêketinên nû yên COVID-19 tên dîtin.

WHO bal dikşîne ku Asya pirtir ji nîva nîfûsa cîhanê dihewîne û % 21 hemî pêketinên cîhanê li wê parzemîne çêdibin.

Cureya BA.2 ya omicron gelek hêsantir derbaz dibe, lê ne ewqas kujer e û taybetî li Koreya Başûr, Çîn û Vîetnamê di hefteyên dawî de gelek pêketin têm tomar kirin.

WHO dide zanîn ku nêzî % 86 hemî pêketinên li seranser cîhanê ji wê cureya vîrusê pêk tên û Koreya Başûr li cîhanê di rêza yekê de ye.

XS
SM
MD
LG