Hejmara kuştinên rojane yên jiber vîrusa korona yên Amerîka careke din bi 4.327 kesan, rekor şikand.
Hevdem, bala welat bi giranî li ser êrîşa kujer ya dijî Kongresa Amerîka ye.
Zanîngeha Johns Hopkins ragihand ku Arizona û California di nav eyaletên ku rewşa wan herî xeter û xirab in de ne .
Herwiha li gor zanîngeha Johns Hopkins, hejmara gîştî ya mirinên li Amerîka yên bi sedema COVID-19 ji 380.000 kesan derbaz bûye.
Lê, ev hejmara bi lez nezî hejmara Amerîkîyên ku di Şerê Cîhanê yê Dudyan de hatine kuştin, yan jî nêzîkê 407.000 kuştinan dibe.
Hevdem, hejmara gîşti ya pêkatiyan jî, ji 22.8 mîlyon kesan derbaz bûye.
Kuştinên jiber virusa korona di nav 2.5 mehên borî de bi rengekî berbiçav zêde dibin.
Her çend vaksîn hatîye peyda kirin jî Amerîka niha di qonaxa herî kujer ya pandemîya korona de ye.
Bûyerên nû bi navînî her roj hema hema qasî 250.000 pêketinan tê tomar kirin.
Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ragihand ku heta niha zedetirî 9.3 mîlyon Amerîkîyan dozên pêşî yên vaksînên vîrusa korona li xwe dane, yan jî kêmtirê jî % 3 yê nifûsê.
Ew ji vaksînkirina bi sed mîlyonan kesan hindiktir e ku pispor dibêjin bo tunekirina pandemîya vîrusê ev hejmara derzîkirinê dê hewce be.
Xebatên bo vaksînkirinê li seren serê Amerîka her diçe zêde dibin.
Navendên vaksînkirinê yên mezin, li stadyum û cîhên din vebûne, da ku mirov bikaribin bi camên meşînên xwe werin vaksîn kirin.
Di heman demê de, hejmarek zêde yên eyaletan dest bi vaksînkirina koma dudyan ya kesên pîr – ji temênê 65'an heya75'an- kirinin.
Heya niha, li piranîya hereman pêşengîya vaksînkirinê hatîye dayînê xebatkarên saxlemîyê û herwiha kal û pîranên ku li navendên lênerîne de dijîn.