Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cureya Nû ya Vîrusa Korona li Hemî Eyaletên Almanya Belav Bûye


Enstîtuya Robert Koch (RKI) ragihand ku cureya nû ya vîrusa korona ya cara pêşî li Brîtanya hatibû tespît kirin, li hemî eyaletên Almanya belav bûye.

RKI, ku li Almanya berpirsa têkoşîna dijî vîrusa korona ye, dîyar kir ku ji serê salê vir ve ji wê cureya vîrusê ya B.1.1.7, 4071 pêketin hatine tespît kirin.

Wê enstîtuyê da zanîn ku dîyar kir ku sazî û sîstem di tespîtkirina cureyên nû yên vîrusê de qels mane.

Wezîrê Saxlemî yê Almanya Jens Sphan got ku rêjeya vîrusa nû ya hejmara pêketinan, di du hefteyan de ji 6 ji sedê rabûye 22 ji sedê.

Sphan dîyar kir ku dibe ku cureya ji Brîtanya li Almanya bibe cureya sereke ya belav dibe.

Wî da zanîn ku divê ew baldar bin û li gor belavbûna cureyên nû tedbîran sist bikin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Almanya heta niha 2,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 66,427 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG