Hejmara kesên jiber vîrusa korona ya bi navê Covid-19 jîyana xwe ji dest dane 1600 derbaz kir.
Covid-19 li Çînê 1665 kes kuştine û ew vîrus li wî welatî ketiye canê bi qasî 68,000 kes.
Li derveyî Çînê, li Fîlîpîn, Japonya, Misir û Fransa, 4 kesan bi Covid-19 jîyana xwe ji dest dane.
Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedro Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ew nizanin ku rewşa nexweşîya Covid-19 ber bi kê derê ve diçe.
Ghebreyesus li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê bang li hikûmet, sazî û kompanîyan kir ku dijî Covid-19 bi wan re hevkarîyê bikin.
Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî welatên din bûbû.