Vîrusa korona li seranserê Ewrupa pirtir ji 900 hezar kes kuştine.
Li gor agahîyên AFP’ê, Rûsya û Tirkîye jî di nav de, li parzemîna Ewrupa 900,185 kes bi vîrusa korona canên xwe ji dest dane.
Ewrupa bi hejmara mirinên ji vîrusa korona di nav parzemînan de li rêza pêş e.
Brîtanya bi 125,580 mirinên ji vîrusa korona li Ewrupa di rêza yekê de ye û li dû wê bi 102,499 mirinan Îtalya heye.
Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û di wir re derbazî parzemîn û dewletên din bûbû.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 120 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 2,670,763 kes bi wê mirine.