Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Vîrusa Korona li Ewrupa Pirtir ji 1 Mîlyon Kes Kuştine


Hejmara mirinên ji vîrusa korona yên li Ewrupa ji 1 mîlyonî borî.

AFP’ê ragihand ku vîrusa korona heta niha li 52 welatên Ewrupa pirtir ji 1 mîlyon kes kuştine.

Yek ji karbidestên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Maria Van Kerkhove ser rewişa Ewrupa hişyarî da.

Maria Van Kerkhove dîyar kir ku ew di qonaxeke krîtîk re derbaz dibin.

‘’Tevî ku me bo kontrola vîrusê tedbîr ragihandine jî ew rewişa me ya di meha 16’an ya pandemîyê de, qet ne tiştekî ku me dixwestibû.’’ Maria Van Kerkhove got.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 137,481,055 kes bi vîrusa korona ketine û 2,960,380 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG