Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li welatên Ewrupa jî belav dibe.
Covid-19 ji welatên Ewrupî heta niha herî zêde Îtalya hatiye dîtin û li wî welatî 14 kes kuştine û ketiye canê 447 kesan.
Ew vîrus li Almanya ketiye canê 21 kesan, lê li wir hîn ti kes jiber wê jîyana xwe ji dest nedaye.
Li Fransa jî heta niha 2 kes bi vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.
Serokomarê Fransa Emmaneula Macron li nexweşxaneyê serdana nexweşên bi vîrusa korona ketine kir.
Macron li nexweşxaneyê da zanîn ku Covid-19 bi belavbûna xwe rîskeke mezin çêdike.
Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.