Vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li Îranê 4 kes kuştin.
Karbidestên Wezareta Saxlemî ya Îranê dîyar dikin ku Covid-19 li wî welatî ketiye canê 18 kesan.
Li gor daxuyanîya karbidestan, Covid-19 li Tehran, Araq, Gîlan hatiye dîtin.
Herwiha li ser jineke ji Îranê diçûye Kanada jî Covid-19 hatiye tespîtkirin.
Îraqê jiber Covid-19 hemî derîyên sînor yên bi Îranê re bo 3 rojan girtibûn.