Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Kesên jiber Vîrusa Korona Jîyana Xwe ji Dest Dane 180,000 Derbaz Kir


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane 180,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanÊ 182,992 kesan jiber vîrusa korona jîyana xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka belav bûye ku li wî welatî 46,609 kes bi vîrusa korona mirine.

Li dû Amerîka, bi 25,085 mirîyan Îtalya û bi 21,717 mirîyan Îspanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû.

Wê vîrusê li Çînê jî heta niha 4636 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG