Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Heta Niha Pirtir ji 650,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane 650,000 derbaz kir.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 650,553 kes bi vîrusa korona mirine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî 147,253 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 87,000 mirinên ji vîrusa korona Brezîlya, li dû wê jî bi 45,844 mirinan Brîtanya tê.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Agahîyê Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku vîrusa korona li Çînê heta niha 4,654 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG