Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona Heta Niha bi Qasî 800,000 Kes Kuştine


Hejmara kesên jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane nêzî 800,000’î dibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 789,825 kesan jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest dane.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara mirinên ji wê vîrusê bi qasî 174,000 e.

Li dû Amerîka, bi 111,100 mirinan Brezîlya, li dû wê jî bi 58,481 mirinan Meksîko tê.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 22,5 mîlyon kes vîrusa korona ketine.

Amerîka bi 5,5 mîlyon pêketîyan di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 3,4 mîlyon pêketîyan Brezîlya heye.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê heta bi qasî 90,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4707 kesan bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG