Ajansa Reuters radigihîne ku li Kuweyt, Bahreyn û Îraqê îro Duşemê bûyerên pêşîn yên vîrusa korona hatine tomar kirin û nexweş gîş di dema nêzîk de çûne Îranê.
Îraqê ragihand ku xwendekarek ku çûbû bajarê Necefê tûşî vîrusa koronê bûye, lê ew berî ku hikûmet hatina ne Îraqîyan ji Îranê qedexe bike, ketiye nav axa Îranê.
Kuweytê jî ragihand ku ji nav 700 kesên ku roja Şemîyê ji bajarê Meşed ya Îranê hatine derxistin, 3 kes bi vîrusa korona ketine.
Wezareta Saxlemî ya Kuweytê ragihand ku yek ji wan 3 kesan, hemwelatîyê Kuweytê ye 53 salî û yekî din ji zilamekî Saudî yê 61 salî û nasnameya kesê sêyê ku 21 salî ye, ne dîyar e.
Li Behreyna cîran jî, wezareta saxlamîyê ragihand ku hemwelatîyekî Behreynî ku ji Îranê vegerîye, bi wê vîrusê ketiye.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihandibû ku vîrusa korona li seranser Çînê ketiye laşê 77150 kesan û heta niha herî kêm 2592 kes bi wê hatine kuştin.