Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cureya Vîrusa Korona ya bi Navê Omicron li Cîhanê Belav Dibe


.
.

Cureya vîrusa korona ya nû ya bi navê Omicron, ku cara pêşî li Afrîqa Başûr hatibû tespît kirin, li welatên cîhanê belav dibe.

Omicron, herî dawî li ser 9 kesên ji Afrîqa Başûr derbazî Australia bûne hat dîtin.

Ew 9 kesên ji Afrîqa Başûr derbazî Australia bûne dê li otelekê di karantînê kevin.

Îsraîlê jiber cureya Omicronê derîyên xwe li bîyanîyan girtin û da zanîn ku ew dê welatîyên xwe yên ji derve tên bixe karantînê.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett dîyar kir ku ragihandina sînordarkirinan ne hêsan e û got ku ew tedbîr pêwîst in û demkî ne.

Jimareke welatên cîhanê, ku di nav wan de welatên Yekîtîya Ewrupa (YE), Amerîka, New Zealand, Tirkîye, Sîngapor, Srî Lanka hene, rêwîtîyên ji Afrîqa Başûr yan qedexe kirin yan jî sînordar kirin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) da zanîn ku divê berî lêkolînên bi hûrgilî gavên wisa neyên avêtin.

Holanda da zanîn ku roja Înê li ser 13 kesên ji Afrîqa Başûr hatine Omicron hatiye tespît kirin.

Li ser du rêwîyên Afrîqa Başûr bi firokê derbazî Danîmarka bûne jî Omicron hat dîtin.

Karbidestên Danîmarka her du rêwî xistin karantînê û sîstema şopandina temasê jinûve aktîf kirin.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci dîyar kir ku gava ew cureya Omicronê li Amerîka bibîne ewê şaş nebe.

Fauci da zanîn ku Omicron hîn li Amerîka nehatiye tespît kirin, lê jiber leza wê ya belavbûna dîyar kir ku ewê bi şiklekî derbazî Amerîka jî bibe.

Li Ewrupa di demên dawî de pêketinên vîrusa korona zêde bûbûn û cureya Omicron jî li wan deman rast hat.

Brîtanya hişyarîyên bo karanîna maskan tundtir dike û ji bîyanan testa vîrusa korona dixwaze.

Îspanya dîyar kir ku ewê ji 1’ê Berfanbarê pê ve nehêle ku Brîtanîyên vaksîn li xwe nedane derbazî welêt bibin.

Wezîrê Saxlemî yê Fransa da zanîn ku Omicron li welêt hîn nehatiye tespît kirin, lê dîyar kir ku çaverê ye ku ew heta çend saetan pêketina pêşî ya wê cureyê ragihînin.

XS
SM
MD
LG