Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Kurdan Hejmara Nexweşên Covid 19 Zêde Dibin


Li gor daxuyanîyên Wezareta Saxlemîya Tirkîyê piştî Stembolê hejmara herî zêde ya nexweşên Covid 19 li bajarên başûrê rojhelatê Tirkîyê ye, li bajarên Kurdan e.

Amed û Mêrdîn di nav 15 bajarên Tirkîyê de cî digirin ku hejmara nexweşan li van bajaran zêde ne.

Li gor rapora 1'ê Hezîranê ya Wezareta Saxlemîyê di nav 28 rojên meha Hezîranê de hejmara nexweşan li bajarên Kurdan 6.923 bû. Lê di hefta pêşîn ya Tîrmehê de ev hejmar ji 2500'an bihorîye.

Li gor daxuyanîya doktorên herêmê, li gor encama testên ku tê kirin, her roj nêzî 300 kes bi nexweşîyê dikevin.

Endamê Yekîtîya Doktorên Tirkîye li Amedê Halîs Yerlîkaya dibêje: "Di dema karantînayê de li Amedê hejmara nexweşan ne ewqas bû, tenê 25 kes jî mirin. Lê neha her rojê du, sê nexweş dimrin."

Hevseroka Odeya Doktorên Mardînê Derya Etem jî destnîşan dike hejmar li Mêrdînê pir zêde bûne, lê Wezaret, hejmara nexweş û mirîyan bi rêxistinên doktoran re parve nake.

Gelo çima hejmara nexweşan li bajarên Kurdan zêdetir dibe? Her du doktor çend sedeman wiha bi rêz dikin:

1- Tirkîye pir zû vegerî jîyana normal.

2- Jîyana malbatî ya Kurdan, hejmara zêde ya endamên malbatê, derfeta nebûna karantînayê, xizanî

3- Piştî rakirina qedexeya seferên otobus û firokan, hatina bi hezaran Kurdan ji bajarên mezin ber bi bajarên Kurdan

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.

KHF_07_13_2020_Korona_Herêmên_Kurdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG