Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vîrusa Korona li Rûsya Pirtir ji 600,000 Kes Kuştine


.
.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ragihand ku vîrusa korona li Rûsya pirtir ji 600,000 kes kuştine.

Reutersê dîyar kir ku bi taybetî piştî belavbûna cureya vîrusa korona ya bi navê Delta li Rûsya mirinên ji korona zêde bûne.

Rûsya bi 600,434 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê li dû Amerîka ya bi qasî 813,000 mirinan û Brezîlya ya bi 618,000 mirinan tê.

Cureya vîrusa korona ya bi navê Omicron, ku li welatên din berbelavtir dibe, heta niha li Rûsya bandorekê kêm li hejmaran kiriye.

Karbidestên Rûsya dibêjin ku vê hefteyê bi tenê 41 pêketinên Omicronê hatine tespît kirin.

Reuters dibêje wê agahîyên ser mirinên ji vîrusa korona ji Rosstat, ku xizmeta îstatîstîkan dide, û ji hêzên Rûsya yên vîrusa korona sitandine.

Reqemên Rosstatê pir caran reqemên hêzên Rûsya yên vîrusa korona derbaz dikin û ku wan hîn reqemên piştî meha Cotmehê neweşandine.

Li gor reqemên hêzên Rûsya yên vîrusa korona dişopînin di 24 saetên dawî de li Rûsya 1002 kes ji vîrusa korona mirine û 25,667 kes bi wê nexweşîyê ketine.

XS
SM
MD
LG