Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Vîrusa Korona di Çi Astê de Ye?


Hemwelatîyên Tirkîyê ku ji Çînê hatine anîn

Vîrusa korona bandora mezin li seranser cîhanê daye û Tirkîye jî yek ji wan welatan e.

Tirkîyê 14 roj berê bi balefireke taybet 42 kes ji Çînê anîn Enqerê û ew kes niha li nexweşxaneyeke taybet di bin çavdêrî de ne.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkîyê Fahrettîn Koca got ku peywendîya kesên ji Çînê hatine bi nexweşîya korona tuneye.

“Ew jibo bergirî li nexweşxaneyeke taybet, di bin qarantîna de ne. Me ji 61 kesan nimûne girtine lê yên ku dîyar bûne vîrusa korona di wan de derneketiye.”

Dr. Halîs Yerlîkaya
Dr. Halîs Yerlîkaya

Rêvebirê Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) Dr. Halîs Yerlîkaya ji Dengê Amerîka re ragihand ku virus li Tirkîyê ne di asteke xetere de ye.

“26 nexweşxane jibo serîlêdana vîrusa korana hatîye amade kirin. Ji Çînê 42 kes anîn Enqerê. Hikûmet dibêje ku ew tûşî vîrusa korona nebûne, lê balkêş e ku ew 14 roj in di bin kontrolê de ne.”

Dr. Yerlîkaya dide zanîn ku ew vîrus ji nav sed kesan tenê 3 kesan dikuje. “Lê em dizanin ku rêjeya kuştinê ya hin nexweşîyên din ji sedî 10 heta 30 bilind dibûn. Girîngîya vîrusa korona ew e ku mutasyon derbas kirîye û jibo pêzanîna wê jî pêwîstî bi demê heye.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:20 0:00

XS
SM
MD
LG