Kosova dîyar kir ku tevgerên Sirbistanê yên li sînorê wan mîna wan tevgerên Rûsya ne ku berî dagirkirina Ukrayna nîşan dabûn.
Ew dewlet bang li Yekîtîya Ewrupa (YE) dike ku rewşa berbijarîya Belgradê ya jibo yekîtîyê bicemidîne.
Amerîka roja Înê ragihand ku Sirbistan li sînorê Kosova leşkeran bi cîh dike û dîyar kir ku ev yek dikare zararê bide îstiqrara herêmê.
NATO jî dîyar kir ku wê jibo Kosova hin hêzên din yên aştîyê erkdra kirine.
Wezîrê Derve yê Kosova Donilka Gervalla Schwarz îro Duşemê dîyar kir ku berê ti carî wisa leşker li sînorên wan bi cîh nebûne.
‘’Çek û tankên li sînor bi me rewşeke xirab didin his kirin, çinku em nizanin wê civaka navneteweyî bertekeke çawa nîşan bide.’’
Wî got ku tevger û gotinên Sirbistanê yên dijî Kosova mîna yên Rûsya ne ku dijî Ukrayna nîşan dane.
Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic hefteya borî got ku plana wan ya ser derbazkirina sînor tune.
Vucic dîyar kir ku ew dizanin ku gava ew sînor derbaz bikin ku ewê berbijarîya jibo endamtîya li YE’ê zararê bibîne.
Kosova ku sala 2008’an ji Sirbistanê veqetî û serxwebûna xwe ragihand, wî welatî bi piştgirîya çekdarên Sirb yên li welêt tawanbar dike.
Sirbistan dîyar dike ku Kosova peymana xweserîya jibo Sirbên li bakurê wî welatî binpê dike û girjîyê gur dike.
Jêder: Reuters