Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Kosovayî 8 Sal Cezayê Zindanê Dide Serokê Berê yê Îstixbaratê Welêt


Dadgeheke Kosovayî çar sal û hêşt meh cezayê zindanê li berpirsê berê yê îstixbaratê wî welatî birî, bi sedema ku wî şeş hemwelatîyên Tirkîyê girtine û radestî Tirkîyê kirine.

Dadgehê îro Çarşemê biryar da ku Driton Gashi, karê xwe yê wek berpirsê berê yê sazîya îstixbaratî ya Kosovo û hêza xwe bi xeletî bi kar anîye.

Şeş hemwelatîyên Tirkîyê di sala 2018’an de bi îdiaya ku girêdana wan bi darbeya leşkerî ya 2016’an heye, hatibûn girtin û dû re jî ji Tirkîyê re hatibûn dersînor kirin.

Karbidestên Tirk ew şeş kes tawanbar kiribûn ku peywendîya wan bi xwendingehên tora Gulen heye ku hikûmeta Tirkîyê bi plankarîya darbeya leşkerî tawanbar dike.
Gashi, di seranser peyvajoya dadgehkirinê de red dikir ku ti sucê wî heye û li pêşîya wî rêya dadgeha bilindtir vekirî ye ku daxwaza pêdaçûnê bike.

XS
SM
MD
LG