Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Îraqî Biryara Girtina Kosret Resûl Dide


Dadgeheke Bexda îro Pêncşemê biryara girtina cîgirê serokê herêma Kurdistanê Kosret Resûl da, bi sedema ku wî gotiye ku hêzên Îraqî Kerkûkê dagir dikin.

Ajansa AP bal dikşîne ku neçaverê ye ku fermana girtina Resûl were cîh kirin jiber ku desthilata dadgehên federalî li Herêma Kurdistan tuneye.

Dadgehê bal kişand ku Resûl, li dijî qanûnên Îraqî, hêzên çekdar yên Îraqî biçûk xistine.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hêzên federalî yên Îraqî, bi piştgirîya mîlîsên ser bi Îranê ketibûn nav Kerkûkê û hêzên Kurdî jî paşve kişîbûn.

Hikûmeta Îraqê heta niha hema tavahîya deverên ku di 2014’an de ji dest berdabû, careke din dixe bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG