Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kovara Philosophia Bi Zimanê Kurdî Felsefe Dike


Kovara çarmehan ya Philosophia, ku bi Kurdî derdikeve, ji alîyê Weşanxaneya Na ve sala borî dest bi weşanê kir.

Weşanxanê berî vê kovarê, di sala 2015’an de kovareke bi navê ‘Felsefe’ derxistibû û ser babetên felsefîk pirtûk weşandibûn.

Rîvebira kovarê Berfo Barê dibêje ku gelên pêşketî girîngîyeke mezin didin felsefê û pirsgirêkên xwe bi pirs û bersîvên felsefîk çareser dikin.

Barê bawer dike ku divê Kurd jî pirsgirêkên xwe di warê felsefê de bi zimanê dayikê lêkolînan bikin.

“Em jî neteweke mezin in loma jî me ji xwe re armancek kiriye bingeh ku berî her tiştî em di warê felsefê de zimanê xwe bi kar bînin. Gava em li dewletên serketî dinêrin ew di warê felsefê de gelek pêşketine û pirsgirêkên xwe jî bi pirs û bersîvên felsefîk çareser kirine. Em dixwazin Kurd jî di vê xetê de ji problemên xwe re çareserîyê bibînin.”

Barê dîyar dike ku li Ewrupa, Amerîka û Rojhilata Navîn jî xwendevanên Philosophia hene.

“Em di vê kovarê de di çarçoveya ware felsefî de lêkolîna pirs û arîşeyên civakê dikin, wan bi gotar, lêkolîn, hevpeyvîn û nivîsên cûda dewlemend dikin loma kovara me bala xwendevanan dikşîne.”

Weşanxana Na xencî Philosophia pirtûkên ser felsefê, civakzanî û ferhengên civakzanîyê jî çap dike.

Barê şabûna xwe dîyar dike ku di navbera wan û xwendevanan de peywendîyeke taybet heye û felsefehez li benda çapkirina pirtir pirtûkan in.

Hêjayî balkişandinê ye ku xwendevan ji “E-Kovar: https://www.nayayinlari.com/ bigihejin koverê û ew li Tirkîyê çapkirî jî digiheje xwendevanan û herwiha jibo telefonên baqil li ser Google Play Storê jî berdest e.

ED_09_06_2023_Kovara_ Philosophia
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG