Ajansa Reutersê ji zarê karbidestên Ukraynî ragihand ku di êrîşên roketî yên hember îstasyoneke trenê ya li bajarl Kramatorsk de herî kêm 39 kes hatine kuştin, 87 kesên din jî birîndar bûn.
Walîyê herêma Donetskê, Pavlo Kyrylenko got ku di dema êrîşê de îstasyon bi sîvîlan dagirtî bû ku hewil dida bi trenê herin cîhên ewletir.
Kyrylenko îdia kir ku êrîş kiryareke bi mebest bû û rewşa gelek birîndaran jî xeter e.
Reutersê da zanîn ku wê nekarîye agahîyên ku ji Kramatorskê tên piştrast bike.
Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku roketên ku îstasyonê xistine, tenê ji alîyê artêşa Ukraynî tên xebitandin û hêzên leşkerî yên Rûsî li Kramatorsk ti cîh armanc nekirine.
Serkê Ukraynî Volodymyr Zelenskiyy jî got ku di dema êrîşê de ti hêzên leşkerî yên Uraynî li îstasyonê tunebûn.