Kremlînê îro Sêşemê ragihand ku muşekên ATACM û tankên Abrams yên Amerîka dane Ukrayna wê li qada şer rewşê neguherînin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di preskonferansê de dîyar kir ku artêşa Rûsya xwe tim li gor cureyên çekên nû pêşve dibe.
Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy do Duşemê gotibû ku tank hatine, lê eşkere nekiribû ku hejmara wan çend e.
Tankên Amerîkî yên bi motorên jet yek ji daxwazên herî mezin yên Ukrayna bû ku Washington di dawîyê de qayil bû ku 30 tank bide wê.
Dewletên Ewrupî jî bi dehan tankên Leopar yên Alman û Challeng yên Brîtanî ji Ukrayna re şandine.
Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî di şerê Rûsya û Ukrayna de piştigirî didin Kîevê.
Moskow, dewletên Rojavayî bi gurkirina şer tawanbar dike û dibêje ew nikarin rê li ber armancên hêzên Rûsî bigirin.
Jêder: AFP, VOA