Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hevtayê wî yê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy îro Înê li Stenbolê dicivin.
Kremlînê ser hevdîtina Erdogan û Zelenskyy ragihand ku ewê encamên wê danûstandinê bişopînin.
Çaverê ye Erdogan û Zelenskyy ser peymana dexlûdan û hewildana Ukrayna ya jib bo endamtîya li NATO danûstandinê bikin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov got ku dibe ku Serokê Rûsya Vladimir Putin û Erdogan jî di demeke nêz de biaxifin, lê zêdetir agahî neda.
Erdogan û Zelenskyy herî dawî di Tebaxa 2022’yan de li Lviv ya Ukrayna rûbirû axifîbûn.
Jêder: Reuters, VOA