Kremlînê îro Çarşemê derbarê serdana Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy ya li Washingtonê got ku ewê ji wê gerê ti encama erênî dernkeve.
Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku Moskow niha ti rêka bo danûstandinên aştîyê nabîne.
Wî got ku welatên Rojavayê piştgirîya çekan ya bo Ukraynayê didomîne û ew jî rê liber gurbûna girjîyê vedike ku bo Kîevê ne rewşeke baş e.
Şerê Rûsya û Ukraynayê di dawîya Sibatê re destpê kir û Zelenskiy ji wê çaxê vir ve cara yekê ji welêt derdikeve.
Zelenskiy dê li Washingtonê bi Serokê Amerîka Joe Biden û rêberên Kongresê re bicive.