Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov îro Duşemû got ku Rûsya dest bi nûkirina bawerîya xwe ya navokî kiriye.
Peskov ew agahî di ser gotineke Serokê Rûsya Vladimir Putin re ragihand.
Wî bê ku hûrgilîyan bide got ku Putin dîyar kiriye ku ew bawerîyê li gor rastîyên demê nû dikin.
Endamekî payabilind yê parlamana Rûsî do Yekşemê gotibû ku ger Moskow bibîne ku gefên dijî wê zêde bibin ew dikare dema fermî ya ser biryara jibo karanîna çekên navokî kin bike.
Putin meha borî gotibû ku ew dikarin wê doktrînê fermî biguherînin ku şertên karanîna çekên navokî nîşan dide.
Bi şerê li Ukraynayê, girjîya di navbera Rûsya û welatên Rojavayî de ji krîza muşekan ya Kuba ya 1962’an vir ve di asta herî gûr de ye.
Jêder: Reuters