Kremlînê roja Sêşemê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin ser danûstandinên jibo rawestandina şerê li Ukrayna cidî ye.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir ku Moskow dixwaze bi rêkên aştîyane bigihîje hemî armancên xwe.
Putin sala 2022’an ferman dabû artêşê ku êrişî Ukrayna bike.
Artêşa Rûsî niha bi qasî ji pênc paran pareke Ukrayna kontrol dike û Putin ser vê rewşê dibêje ew jibo danûstandinan hazir e.
Her çiqas Serokê Amerîka Donald Trump jî dibêje li gor nêrîna wî Putin ser danûstandinan cidî ye, îstixbaratên dewletên Rojavayî, rêberên Ewrupî û Serokê berê yê Amerîka Joe Biden çend caran ragihand ku Putin aştîyê naxwaze.
Peskov ji rojnamevanan re got ku Putin ji serî de dibêje ku ew jibo hevdîtinên ser aştîyê hazir e.
Wî dîyar kir ku ew jibo armancên xwe rêkên aştîyane tercîh dikin.
Berdevkê Kremlînê got ku ser dema civîna Putin û Trump hîn ti lihevkirin nebûye, lê dîyar kir ku danûstandinên li Rîyadê dikarin demê zelaltir bikin.
Wî ser beşdarîya li Yekîtîya Ewrupa (YE) got ku mafê serwerîyê yê Ukrayna ye, lê dîyar kir ku ew ser beşdarîya li hevpeymanîyên leşkerî cuda difikire.
Rûsya ser dagirkerîya xwe ya li Ukrayna dibêje ‘’operasyoneke taybet ya leşkerî’’ ye û dîyar dike ku ew bi wan operasyonan rê li ber Ukrayna digire nebe endama NATO û dijî wê gefan nexwe.
Jêder: