Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peskov: Ukrayna Çiqas Zû Daxwazên Rûsya Qebûl Bike Pevçûn Wê Ewqas Zû Biqedin


Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Pêncşemê ragihand ku Ukrayna çiqas zêtir daxwazên Rûsyayê qebûl bike ewê ewqas zûtir dawî li pevçûnan were.

Peskov got ku Rûsya wê bi awayekî awayan bigihêje armancên xwe û Kîev wê helwesta Rûsya qebûl bike û wisa li ser maseya danûstandinan rûne.

Wî idia kir ku trajedîya niha jiber helwesta Kîevê çêbûye.

Moskow dibêje ku ew bo pûçkirina Nazîzma li Ukrayna û parastina Rûsîaxêvan li wî welatî şer dike.

Kîev û hevbendên wê yên Rojavayî van îdiayan red dikin û dibêjin ew sedemên bêbingeh in bo dagirkirina axa Ukrayna.

Serokomarê Ukrayna Volodymr Zelenskyy di rojên borî de plana aştîyê ya 10 xalî ragihandibû.

Plana Zelenskyy bi derxistina leşkerên Rûsî ji herêmên dagirkirî yên Ukrayna destpê dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG