Berdevkê Kremlînê Dmitrîy Peskov îro Çarşemê got ku plana Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy ya ferzkirina aştîyê li ser Rûsyayê "şaşîtîyeke mezin" e ku encamên wê yên neyênî li ser Kîevê hebin
Zelenskyy roja Sêşemê ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re gotibû ku şerê navbera Rûsya û Ukrayna tenê bi danûstandinan nayê aram kirin û divê Moskow ber bi aştîyê were neçar kirin.
Peskov di civîneke telefonî ya bi rojnamevanan re go ku helwesteke wiha xeletîyeke pir mezin û bawerîyeke pir şaş e û encamên wê yên ji Kîevê re dijwar bin.
Peskov got ku Rûsya aştî dixwaze, lê aştî bi dara zorê nayê çêkirin. "Helwesta ku li ser bingeha ferzkirina aştîyê li ser Moskowê pir şaş e jiber ku ne pêkan e ku Rûsya bi neçarî aştîyê bibijêre. Rûsya piştevana aştî ye, lê bi şertê ku bingehên ewlekarîya wê misogerkirî be.”
Putin di meha Hezîranê de gotibû ku Rûsya wê tenê dema ku Ukrayna dest ji armancên xwe yên tevlêbûna NATO'yê berde û çar herêmên ku Moskow wek axa xwe dibîne, radestî wan bike dawî li şer bîne. Karbidestên Ukraynî demûdest ew daxuyanî red kiribû û we teslîmbûn bi nav kiribû.
Ukrayna û hevbendên wê yên Rojavayî dibêjin ku divê pêşî li serketina Putin were girtin jiber ku ger neyê sekinndin, ewê gefê li dewletên din yên cîran jî bike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Putin şerê li Ukrayna wek sedema hebûna welatê xwe dibîne û înkar dike ku dixwaze şer li ser dewletên din berfireh bike.
Jêder: Reuters