Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Hişyarîya Biden ya Ser Êrîşên Sîberî Red Dike


Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov iro Seşeme hişyarîya Serokê Amerîka Joe Biden red kir.

Serok Biden gotibû dibe ku Rûsya dijî berjewendîyen Amerîka êrîşên sîberî pêk bîne.

Li ser pirsa derbarê daxuyanîyên Biden de, Peskov wiha bersîv da:

"Federasyona Rûsya, berevajî gelek welatên rojavayî ku Amerîka jî di nav de ye, di asta dewletê de, tevlî kiryaren de haydutîyê nabe."

Biden dabû zanîn ku dibe ku Rûsya êrîşên sîber wek bersîva toleyên aborî yên Amerîkî, bike.

Biden roja Duşemê di civîneke berpirsên kompanîyên Amerîkî de dîyar kir ku li gor îstîxbarata xurt dibe ku êrîşek sîber were kirin.

Wî bang li rêberên kompanîyan kir ku bala xwe bidin ser ewlekarîya sîber û tedbîrên xwe bistînin.

Rûsya berê jî îdayên bi vî rengî red kiribû, tevî ew ji hakkirina malperên bankî û hikûmetê yên Ukrayna ya di meha Sibatê de berpirs e.

Berdevikê Pentagonê John Kirby îro dîyar kir ku wezareta Berevanîyê ya Amerîka rastî ti êrîşên sîberî nebûye.

Kirby hevdem got ku karbidestên Amerîkî di civîna roja Duşemê de ser îhtîmala xeterîya êrîşên sîberî yên dijî kompanîyan, bi rengekî zelal axifîne.

Karbidesta payebilind ya ewlehîya sîberî ya Qesra Sipî Anne Neuberger roja Duşemê got ku kompanîyên Amerîkî ku binesazîya krîtîk peyda dikin divê berevanîya xwe ya sîberê bikin, lê ti zelalî tuneye ku êrîşeke wusa çê bibe.

XS
SM
MD
LG