Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn ji Fox News'ê Dixwaze Ku Ew ji Putin Lêborînê Bixwaze


Serokê Rûsya Vladimir Putin

Kremlîn'ê do Duşemê jiber gotinên di hevpeyvîna bi Serokê Amerîka Donald Trump de, ji Fox News'ê xwest ku lêborînê ji Serokê Rusya Vladimir Putin bixwaze.

Rêvebirê Fox News'ê Bill O'Reilly, di hevpeyvîna ku li ser wê kanalê hat weşandin de, bê ku navê wî bêje, Putin wek ''kujer'' bi nav kiribû.

Berdevkê Kremlîn'ê Dmitry Peskov dîyar kir ku ew gotin nayê qebûl kirin.

''Gotina ku rojnamevanê Fox News'ê kiriye heqaret e, em li bendê ne ku ev kanala rêzdar ji Putin lêborînê bixwaze,'' Peskov got.

Piştî daxuyaniya Kremlînê, Reuters'ê da zanîn ku O'Reilly nexwestiye pirsên li ser vê mijarê bersîv bike.

XS
SM
MD
LG