Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Êrîşa Kîmyayî Nayê Qebûl Kirin, Lê Divê Vekolîneke Baş Were Kirin


Kremlîn îro Pêncşemê êrîşa kîmyayî ya li Îdlibê wek “kiryareke barbarî” bi nav kir û got ku karanîna çekên kîmyayî neyê qebûl kirin.

Kremlîn rexne li Washingtonê dike ku derheqa êrîşê digeheje encamên çewt û hikûmeta Sûrî tawanbar dike.

"Ev kiryareke xeter û hovane ye, lê ne rast e ku mirov ew bavêje stûyê hinekan. Xebitandina çekên kîmyayî nayê qebûl kirin û divê artêşa Sûrî misoger bike ku çekên wiha nekevin destê terorîstan,” berdevkê Kremlînê, Dmitry Peskov di preskonferansekê de ji nûçegîhan re got.

Peskov bi berdewamî got ku delîlên bûyerê ku ji alîyê rêxistina parastina sîvîl, White Helmets hatine belav kirin nikarin wek delîlên pêbawer û bêalî bêne pejirandin û ew nêrînên wê rêxistinê qebûl nakin.

"Demûdest piştî bûyera trajedîk, kes nikare xwe bigehîne wê herêmê ... her agahîyên ku Amerîka û welatên din werdigirin nabe ku li ser rasîtyên objeftîf bin," Peskov bi berdewamî got.

Wezareta Derve ya Rûsî jî ragihand ku hîn pir zû ye ku hikûmeta Sûrî wek berpirsa êrîşa Îdlibê were sucdar kirin û divê vêkolîneke rekûpêk were kirin.

XS
SM
MD
LG