Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Dibêje Wê Putin jiber Metirsîyên Korona bi Awayekî Onlayn Beşdarî Hilcivîna G20 Bibe


RUSIA-OTAN
RUSIA-OTAN

Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dê jiber metirsîyên vîrusa korona çêkirine bi şexsê xwe beşdarîyê li Hilcivîna G20 ya li Roma neke.

Putin dê bi awayekî onlayn beşdarî Hicivîna G20 bibe.

Li gor daxuyanîya Kremlînê, Putin bi rêka telefonê bi Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi re axifîye û wan ser planên bo Afganistanê danûstandin kirine.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov da zanîn ku biryara Putin ya ser beşdarîya li Hilcivîna G20 jiber rewişa epîdemîyolojîk çêbûye.

Meha borî ji dora Putin bi dehan kes bi vîrusa korona ketibûn û ew ketibû karantînê.

Hefteya borî di civîneke hikûmetê de hatibû dîtin ku Putin dikuxe û wî dabû zanîn ku wî serma xwariye.

XS
SM
MD
LG