Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlin Dibêje, Putin ji Biden Xwestîye ku Rûbirû Biaxivin


FILE - Kremlin spokesman Dmitry Peskov listens during Russian President Vladimir Putin's annual end-of-year news conference in Moscow, Russia, Dec. 19, 2019.
FILE - Kremlin spokesman Dmitry Peskov listens during Russian President Vladimir Putin's annual end-of-year news conference in Moscow, Russia, Dec. 19, 2019.

Moskow,12ê Kanûna Pêşî (Reuters), Îro Yekşemê Ajansa RIA ya Rûsî ji zarê peyvdarê Kremlin Dmitry Peskov ragihandiye ku serokê Rûsya Valadimir Putin ji serokê Amerîka Joe Biden xwestîye ku ew dixwaze wî bibîne û civîna rûbirû encam bidin, ev yek di dema encamdana konferansa videoyî ya Putin bi Biden re hatiye daxwaz kirin.

Lê Pûtîn pişt re ji bo geşbînîyê tu sedemek taybetî nedî jibo daxwaza axaftina rûbirû ya bi Biden re ji ber nakokiyên berdewam û gelek metirsîdar yên di navbera Amerîka û Rûsya da heyî, li gorî RIA, ku Peskov îro Yeklşemê weha gotîye.

Li aliyek din serokê Amerîka Joe Biden ji serokê Rûsya Vladimir Putin re gotiye eger ku Rûsya êrîşî Ukrayna bike ewê "bacek giran bide û dê rastî sizayên aborî yên têkder bihê."

Biden gote rojnamevan, hinartina hêzên şerker yên Amerîka bo Ukryana di dema êrîşkirina Rûsya da bo ser Ukrayna qet bijardek nebûye, ev zêdebarî ku di dema pêkanîna êrîşa Rûsya da bo ser Ukrayna divê Amerîka û hevpeymanên NATO hêzan bişînin rojhelatê wî welatî yê ku endame di NATOyê de jibo bihêz kirina berevaniyê.

Piştî daxuyaniyên rojnamgerî yên Biden derbarê bahoza wêrankar ya ku Amerîka rast hatî, serok Biden got "Bi zelalî min gotiye serok Putin, eger li dijî Ukrayna tev bigere, ewê sizayên wêranker bisepîne."

Biden hefteya borî bo demê 2 demjimêran bi rêya Video Konferansekê bi Putin re axift bû û ji Putin re gotbû, eger Rûsya êrîşî Ukryana bike wî çaxî dê ciyê Rûsya "bi Şêweke zelal" li cîhanê bihê guhertin.

XS
SM
MD
LG