Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Rûsya li Ukrayna Beşeke Biçûk ya Hêza Xwe Xebitandiye


Qesira Kremlîn
Qesira Kremlîn

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov îro Înê got ku Rûsya di operasyona taybet ya li Ukrayna de bi tenê beşeke biçûk ya potansîyela xwe xebitandiye.

Peskov ji rojnamevanan re dîyar kir ku kanîna Moskowê di operasyonê de mezin e û wê heta niha beşeke wê ya biçûk şixulandiye.

Serokê Rûsya Vladimir Putin do Pêncşemê gotibû wan li Ukrayna hîn nû dest bi operasyonê kiriye.

Putin dîyar kiribû ku Moskow bo danûstandinên aştîyê jî hazir e ku dest bi dîyalogê bike.

Rûsya ser kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînîn û dijî Moskowê toleyên berfireh radigihînîn.

XS
SM
MD
LG