Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Divê Yekbûna Axa Sûrîyê Were Parastin


Rûsya dîyar kir ku ew rewşa dawî ya ser herêma ewle ya li Sûrîyê ji nêz ve dişopînin.

Amerîka û Tirkîyê di meha Tebaxê de li hev kiribû ku li Sûrîyê herêmeke ewle çêkin.

Berdevikê Kremlînê Dimitry Peskov li Moskowê ji rojnamevanan re da zanîn ku ew helwesta Tirkîyê fehm dikin, lê divê yekbûna axa Sûrîyê were parastin.

Tirkîyê dîyar dike ku Amerîka li gor lihevkirina bo herêma ewle tevnagere û dijî bakurê Sûrîyê gefên operasyonê dixwe.

XS
SM
MD
LG