Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn Rexneya Trump ya Ser Operasyonên Dijî Îdlibê Dibersîvîne


Kremlînê, rexneya Serok Donald Trump ya ser operasyonên leşkerî yên dijî Îdlibê bersîvand.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov da zanîn ku ‘’serhilda Îdlibê bo êrîşên dijî sivîlan wek bingeh bikar tînin’’ û dîyar kir ku ew nayê qebûl kirin.

‘’Bo ew çekdar werin pûç kirin û êrîş werin rawestandin, tedbîr têne sitandin’’ Peskov got

Wî bi bîr xist ku Rûsya û Tirkîyê ser Îdlibê li hev kiriye û da zanîn ku rawestandina êrîşên ji Îdlibê berpirsîya Enqerê ye lê ew nake.

Moskowê roja Înê ragihandibû ku ewê li Îdlibê piştgirîya bo operasyonên hêzên hikûmeta Sûrîyê bidomîne û li ser vê Trump bang li Moskow û Şamê kiribû ku bombebarana dijî wê herêmê rawestîne.

XS
SM
MD
LG