Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Hewilên Îstixbaratî Nîşan Didin ku Amrîka Xwe Tev li Karên Rûsya Dike


Qesira Kremlînê îro Duşemê ragihand ku Amerîka bi xurtî hewil dide ku hemwelatîyên Rûsî bike sîxurên xwe û ew jî nîşane ye ku Washington xwe tev li karên navxweyî yên Mosowê dike

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov di preskonferansê bersîva pirseke ser raporta rojnameya New York Times da ku nivîsîbû FBI û Wezareta Dadê ya Amerîkî di navbera 2014’an û 2016’an de hewil daye ku karsazê Rûsî Oleg Deripaska bike sixûr.

Peskov got ku Welatên Yekbûyî di salên dawî de, bi rêya sazîyên xwe yên îstixbaratî gelek hewil dide ku karên dijî Rûsya bike.

“Amerîka bizavê dike ku hemwelatîyên Rûsî bike sixûr, loma jî givaştin û zextn li ser wan zêde dike. Ev bûyerên dawî nîşan didin ku Washington çawa hewil dide maya xwe di karên Rûsya de bike,” Peskov got.

XS
SM
MD
LG