Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Encama Hilbijartinên Amerîkî Bandor li Peywendîyên bi Washingtonê Nake


Kremlîn ser encamên hilbijartinên nîvdemî yên Amerîka peyivî.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov dîyar kir encama hilbijartênên nîvdemî wê ti bandorê li peywendîyên xerab yên Moskow û Washingtonê neke.

Peskov got ku ew guh nadin îdiayên didin zanîn ku Rûsya mudaxale li hilbijartinan kiriye.

‘’Ew hilbijartin dê ti guherîna girîng çêneke. Peywendîyên me xirab in û wê wisa bimîne.’’ Peskov got.

Ew bi berdewamî ser danûstandinên bo sînordarkirina çekên navokî axifî.

Wî dîyar kir ku niha hîn zû ye ku ew ser danûstandinan şîroveyan bikin.

XS
SM
MD
LG