Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kremlîn: Pêwîstî bi Çêbûna Dîyaloga Moskow û YE Heye


Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsya Vladimir Putin bi awayekî erênî li çêkirîna dîyaloga bi Yekîtîya Ewrupa (YE) re dinêre.

Berdevikê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamevanan re da zanîn ku pêwîstî bi dîyaloga Rûsya û YE’ê heye.

‘’Bi rastî jî pêwîstî bi dîyaloga Bruksel û Moskowê heye û em bi erênî pêşnîyazên ser dîyalogê dinêrin.’’ Peskov got.

Karbidestên Fransa û Almanya roja Çarşemê bo pêşdebirina peywendîyên bi Putin re ser hilcivînê pêşnîyazek kirin ku ji 2014’an vir ve di navbera wan de tiştekî wisa çênebûye.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel jî roja Pêncşemê gotibû ku divê YE bi Putin re peywendîyeke rastexwe çêke.

Peskov da zanîn ku bo hilcivîna Rûsya û YE hîn ti hazirî tune ye.

XS
SM
MD
LG