Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Herêma Kurdistanê Xwepêşandanên Dijî Hikûmetê Îro jî Didomin


Xwepêşanderên li Herêma Kurdistana Îraqê îro Sêşemê jî xwenîşandanên dijî hikûmetê berdewam kirin û ofîseke şaredarî şewitandin.

Li bajarê Koyê xwepêşanderan ofîsa şaredarî şewitandin û li Kifrî jî bi sedan kes bi keviran avêtin ser avahîya Partîya Demorkata Kurdistanê (PDK).

Alozîyên ku piştî referanduma serxwebûnê destpê kiribûn, di rojên dawî de kûrtûr bûne û bi hezaran kes jiber wernegirtina muçeyên xwe û nerazîbûna xwe ya dijî hikûmetê, herikîne kolanan.

Nûçegîhanê AFP ragihand ku li bajarê Silêmanî, hêzên ewlekarî gule barandin ser xwepêşandarên ku li qada Sarayê civîbûn.

Dîsa, rêyên serekî li nav bajêr û derdora ofîsên partîyên sîyasî bi dîwar û barîkatan hatine asteng kirin.

Silêmanî wek bajarekî hevrika serokê berê yê herêmê, Mesûd Barzanî tê dîtin ku biryara referanduma serxwebûnê dabû, lê navendên hemî partîyan li Silêmanî bûbûn armanca êrîşan.

Bilî Silêmanî, li Kalar, Ranya, Taqtaq,Çemçeamal, Koye, Rewanduz, Halabce, Said Sadiq û Qaladize û herwiha li taxên Taqiya, Sengeser û Pîramagrûn jî xwepêşandanên girseyî yênj dijî hikûmetê têne kirin.

XS
SM
MD
LG