Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê KBH: Ji Nekirina Hilbijartinê Parlamento Û Partî Berpirsin, Ne Em


Arşîv: Hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê Yên Jin, di dema dengdana sala 2014ê de.
Arşîv: Hêzên ewlekariya Herêma Kurdistanê Yên Jin, di dema dengdana sala 2014ê de.

Peyvdarê Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ya Herêma Kurdistanê dibêje, wan parlamento û aliyên siyasî agahdar kirine ku ji bo amadekariyên hilbijartinan pêwîstiya wan bi 6 mehan heye.

Şîrwan Zirar peyvdarê Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ya Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re ragihand û got, "Ji sala 2019an ve me 4 name ji parlamentoyê re şandine û daxwaz ji wan kiriye ku qanûnê biguherînin, lê Parlamentoya Kurdistanê bi salane ku nikare biryarekê bide."

Her çend YNK û PDKê çendîn civîn li dar xistin û li ser xalên nakokiyê di navbera her du aliyan de ji bo lidarxistina hilbijartinan li hev kirin, lê nakokiyên wan gihiştiye astekê ku heta niha ti amadekariyek ji bo hilbijartinan nehatiye kirin û got ji vê yekê em ne berpirs in.

"Fraksiyon li hev nakin, berjewendiyên teng yên hizbî li ser berjewendiya netewî serdest in, ji ber vê yekê jî li hev nakin, mixabin ku li hundir fişar ti neye, û ji aliyên navneteweyî ve jî zext hene, lê ne di asta pêwîst dane, ew bi xwe jê berpirsin, em ne berpirs in."

Li gorî biryarnameya fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê roja 26/3/2023 de, biryar hat dan ku roja 18/11/2023 ji bo encam dana hilbijartinan hat destnîşan kirin.
Komisyon jî dibêje pêwîstiya wan bi 6 mehan heye heta bikarin amadekariyan bo dema hilbijartinê bikin.

Dema wan 6 mehan bidawî dibe û heta niha ti pêngavek bo wê armancê nehatiye avêtin. Peyvdarê Komisyonê dibêje:
"Me ji wan re got û haya wan jî heye ku me gotîye wan pêwîstî bi 6 mehan heye bo amadekariyên hilbijartinan. Em ê heta 18ê Gulanê li benda şeş mehan bin."

Berî niha YNK û PDKê ji Dengê Amerîka re gotibûn ku ji ber nakokiyên kûr di navbera her du partiyan de îhtîmal heye ku hilbijartin çênebe, li gor nakokiyên heyî di navbera her du partiyan de, weha dixweyê ku hilbijartin neyê kirin, derbarê vê rewşê peyvdarê Komisyonê got "Bi nêrîna min girifteke weha mezin ti neye li hember hilbijartinê, lê heta kêşe û astengiyên heyî çareser nekin em nikarin bêjin hilbijartin dê bihên kirin yan na."

Peyvdar got "Heta niha wan ti kombûnek li gel me encam neda ye, me bersiva nameyên ku me ji wan re şandine ne standine, me jî ragihnadîye ku em ne amadene berpirsyaîr bigirin ser xwe, ew bi xwe berpirsin."

XS
SM
MD
LG