Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê ser Karkêşana Xwe Rijd E


Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê, Awat Şêx Cenab.
Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê, Awat Şêx Cenab.

Berdevkê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê eşkere kir ku Wezîrê Darayî Awat Şêx Cenab ser karkêşana ji post û partîya xwe rijd e.

"Belê, rast e. Kak Awat sê caran nameya îstîfaya xwe pêşkêş kiriye û ew li ser biryara xwe rijd e" Huner Cemal, berdevkê wezareta darayî ji Dengê Amerîka re got.

Cemal herwiha da zanîn ku birêz Cenab "him ji hikûmeta Herêmê, him jî ji partiya xwe, Tevgera Gorran, daxwaza îstîfayê kiriye. Hûn dikarin sedema vê biryarê jê bipirsin, jiber ku bersîva wê li cem min tune ye."

Di damezrandina cabîneya 9'an de ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2019'an bi serkêşîya Mesrûr Barzanî, Tevgera Gorran çar wezaret bidest xist, ew jî ev in: wezareta darayî, wezareta karûbarên kar û civakî, wezareta bazirganî û wezareta avakirinê.

Piştî mirina rêberê wê Newşêrwan Mistefa, Tevgera Gorran rûbirûyî nerazîbûn û alozîyên navxweyî di nav partîyê de û ser asta hikûmetê hatîye. Di encamê de hejmareke endam û kardoyên payebilind ji partîyê û postên hikûmetê vekişîyane.

Berdevkê Wezareta Darayî got ku Cenab ji kesekî din ji nav Tevgera Gorran daxwaz kiriye ku cihê wî di wezaretê de bigire.

"Bêguman ev post para Gorranê ye û ew dikare kesekî din ji nav Tevgerê li cihê xwe deyîne," Huner Cemal got.

Heta belavkirina vê raportê, Dengê Amerîka hewil da ku peywendîyê ligel Wezîrê Darayî û Tevgera Gorran bike, lê ti bersiv wernegirt.

XS
SM
MD
LG