Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sefîn Dizayî li Washington Behsa Karên Pêşîn Yên HHK'ê Dike


Sefîn Dizayî li Washington DC
Sefîn Dizayî li Washington DC

Sefîn Dizayî berpirsê têkiliyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê êvarîya roja Yekşemê li paytext Washington semînarek derbarê rewşa niha ya li Herêmê, Îraq û herêma Kurdistanê pêşkeş kir.

Semênar ji aliyê nûneratîya hikûmeta Herêma Kurdistanê ofîsa Washington hatbû rêxistin.

Sefîn Dizayî li Washington DC
Sefîn Dizayî li Washington DC


Dizayî di semînarê de bal kişand ser karên pêşîn yên Hikûmeta Herêmê û got, kabîna nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi bernamek bijarde û berfireh kirîye bi mebesta başkirina xizmetgozarîyan bo xelkê herêmê.

Dizayî got, piştî başkirina xizmetgozarî û baş kirina rewşa aborî ya xelkê Herêma Kurdistanê karê wan yê pêşîn dê peyda kirina atmosfêrek baş yê siyaseta navxwe ya Kurdan û partiyên siyasî be.

Herwiha kabîna nû giringîyê dide têkiliyên baş yên di navbera hikûmeta Hewlêrê û hikûmeta Bexda de, weke Dizayî dibêje.

Sefîn Dizayî bi pileya wezîr, weke berirsê têkiliyên derve yên kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatîye wezîfedar kirin.

XS
SM
MD
LG