Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siberoja Nefta Herêma Kurdistana Îraqê Wê Çawa Be?


Qada neftê ya Teq Teq li nêzî Hewlêrê
Qada neftê ya Teq Teq li nêzî Hewlêrê

Ajansa Reuters hinek belgeyên hikûmî belav kiriye tê de dibêje ku dibe ku berhemdana neftê li Herêma Kurdistana Îraqê heta sala 2027’an bo nîvê asta heyî kêm bibe.

Di vê dema nebûna aramîyê li Îraqê de, kêmbûna dahata neftê dê alozîyên darayî li Herêma Kurdistanê zêde bike, diplomat, karbidest û pisporên enerjîyê dibêjin.

Li gor belgeyan, berhemdana neftê li Herêma Kurdistanê dikare di nav pênc salan de bigihêje 580,000 bermîlan her rojê eger derfetên weberhênanê bi tevahî hatin bikar anîn. Eger ev senaryo çê bû, hingê dê rojane 530,000 bermîl neft jibo derfirotinê berdest bin.

Lê bê hebûna weberhênanê, dibe ku tenê 240,000 bermîl neft rojane li herêma nîv-serbixwe jibo derfirotinê berdest bikin jiber ku bîrên neftê yên heyî zêde ber bi zuhabûnê ve diçin, belge dîyar dikin.

Karwan Gezney, endamê parlemana Herêma Kurdistanê ku herwiha endamê komîteya neft û gazê ye, got ku ev rewş “gelekî metirsîdar e.”

“Divê ev yek me hişyar bike, lê ewê nebe pirsgirêkeke mezin eger em problemên xwe bi hikûmeta Îraqî re çareser bikin, paşê Kurdistan dikare blokên nû yên neftê ava bike û berhemdanê zêde bike,” Gezney got.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva pirsên Reuters derbarê vê mijarê neda.

Li gor destûra Îraqê, Herêma Kurdistanê maf ku beşek ji budceya niştimanî werbigire. Lê ew ew di sala 2014an de têk çû dema ku Kurdan zevîyên neftê yên serekî li bajarê Kerkûk ji mîlîtanên DAIŞê kontrol kirin û bi awayekî serbixwe dest bi firotina nefta xav kirin.

Di sala 2018’an de, hêzên Îraqî careke din ew deverên kêşebar, di nav de jî Kerkûk, kontrol kirin. Bexdad paşê careke din hinek pereyê budceyê da Herêma Kurdistanê lê ev yek ne bi awayekî domkirî bûye. Heta niha îsal, hikûmeta navendî tenê du caran pere bi nirxê 137 milyon dolar şandîye ji Herêma Kurdistanê re.

Li gor karbidestekî hikûmetê, deynên ser hikûmeta Herêma Kurdistanê niha dora 38 milyar dolar in. Qanûndaner Gezney got ku derfirotinên neftê dora 85% ji rêjeya budceyê Herêmê pêk tînin.

Rewşa darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê îsal baştir bû piştî bilindbûna buhayê neftê. Hilberîna neftê li Herêmê di çarîka yekê ya 2022’an giheşt 434,000 bermîl rojane, li gor raportên kompanîya Deloitte.

“Sedema ku berhemdana neftê niha dadikeve xwarê ew e ku wezareta çavkanîyên xwezayî nikare weberhênanên di wexta xwe de bîne da ku cîhê kêmbûna xwezayî ya di navbera 15 û 20% her sal jibo her bîrekî çê dibe,” jêderekî ji nav hikûmeta Herêma Kurdistanê got.

Li gor belgeyên ku Reuters bidest xistiye, kêmbûna berhemdanê li ser zevîyên neftê yên serekî derketiye. Ew jî ev in: Tawke, Xurmele û Teq Teq.

Pisporên enerjîyê dibêjin anîna weberhênanên nû dikare rê li ber wê yekê bigire ku Herêma Kurdistanê rastî îflasa darayî were.

Rêvebirê karger yê kompanîya Qamar Energy yê şêwermendîyan, Robin Mills got ku firehkirina hinek zevîyan heye, lê kompanîyên neftê zehmet dikşînin ku erêkirin û destûra kar ji hikûmetê wergirin.

"Bê geşepêdanên nû yên mezin, rîsk ji wan kompanîya re heye di siberoja nêzîk de karê wan hîn kêmtir be," Mills bi berdewamî got.

XS
SM
MD
LG