Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê HHK: Niyetek Cidî Heye Bo Hinartina Petrola Herêma Kurdistanê


KRG LOGO
KRG LOGO

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re ragihand ku di serdana wezîrên Tirkiyê ya Herêma Kurdistanê de mijara hinartina petrolê û pirsa PKK’ê jî heye.

Pêşewa Hewramî Peyvdarê (HHK) got: "Me xwest ku Herêma Kurdistanê jî bibe beşek ji danûstandinên hinartina petrolê. Niha jî Herêma Kurdistanê aliyekî sereke ye di gotûbêjan de û em hewl didin mekanîzmekê peyda bikin ku hinartina petrolê careke din dest pê bike."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Enerjiyê Alparslan Bayraktar îro pêncşemê gihîştin Herêma Kurdistana Iraqê.

Herwarmî got: "Tirkiye yek ji wan welatan e ku ji bo Herêma Kurdistanê pir girîng e û pêwendiyên baş û bihêz di hemû beşan de giring in. Xalên me yên hevbeş hene ku em gotûbêj bikin."

"Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê ji me re dibêje ku niyeta wî ya cidî heye. Di van rojên dawî de jî hewldan zêde bûne û mijar bi serokwezîr re hatiye gotûbêjkirin. Niyet û hewldan hene ji bo çareseriya pirsgirêka hinartina petrolê. " wî got.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 5 mehane jiber biryareke nakokbar hinartina petrolê rawestandiye û heta niha Tirkiye û Iraq li ser destpêkirina hinartina petrolê negihîştine rêkeftinekê.

Ji bilî pirsa petrolê, çalakiyên PKKê yên li Herêma Kurdistanê mijareke din ya girîng ya gotûbêja her du aliyan e.

Tirkiye di hemû hevdîtinan de bi me re behsa PKK’ê dike

Tirkiye bi behaneya hebûna PKKê bi firokeyên bêfirokevan êrişî xaka Iraq û Kurdistanê dike. Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li herêma Syedkanê di encama 2 êrîşên balafirên bê mirov de 3 PKKyî hatin kuştin.

Hewramî her wiha got: “Tirkiye di her konferans û helkeftekê de, çi li ser asta wezîrê derve û çi berpirsekî din yê Tirkiyê be, gotûbêjê li ser vê mijarê dike, ji ber ku pirsgirêkeke wan a kûr ligel PKKê heye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di kongreyeke rojnamevanî de ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em pêbend in ku axa Iraqê ji terora PKKê were paqijkirin.

"Hewlêr di şerê dijî terorê de hevkarekî baş bû." Hewramî got.

Weke hewramî dibêje ew, bang li PKK’ê jî dikin ku nekeve wan navçeyên ku sivîl lê ne û nebe sedem ku balafirên Tirkiyê zirarê bidin xaka Herêma Kurdistanê.

“Pêwîste PKK pirsgirêkên xwe ji derveyê bajar û cihên niştecihbûna welatiyan derbixe, herêmê ji bo êrîşa li ser ti welatên cîran bikar neyne û rêzê li yasa û saziyên herêmê bigire."

XS
SM
MD
LG