Tîmên herêma Kurdistanê yên rizgarkirina qorbaniyên erdheja Turkiya û Sûryê her li roja geheştine çend bajêrên Turkiya û dest bi rizgarkiina qorbaniyan kir.
Tîma berevaniya şarstanî ya parêzgeha Duhok ê niha li Gazî Entabê û bajêrên Islahiyê li ser çendîn avahiyan lêgeryanê diken da ku kesên sax rizgar biken û kesên canê xwe ji destdaî bînin der û veguhêzin bo nexoşxaneyan.
Bêwar Ebdul Ezîz, rêveberê ragehandina berevaniya şaristanî li Duhok ê, serperştiya tîmeka rizgarkirnê diket û ta niha hijmareka mirovan rizgarkirîne û di berdewamin li ser lêgeryana qorbaniyên di bin avahiyên heriftî da maîn.
Di peywendiyeka têlefonî da di gel Bêwar Ebdul Ezîz li Gazî Entabê ji Dengê Emerîka ra axvî û got, “Em wek tîma herêma Kurdistanê ser bi wezareta navxoyî hatîne welatê Turkiya li parêzgeha Gazî Entabê, li qeza Islahiyê, ku em li vêre mijolî qortalkirina çend hawlatiyayne û şev em geheştîn tîmên me şiyan jinekê li bin avahiyekî bînin der ku canê xwe ji destdabû.”
Di berdewamîya axftina xweda Bêwar dibêje, “niha emê kar li ser avahîyekî di dkin ku lidûf zanyarîyan 17 kes di bin wî avahîdane nizanîn mirine yan di saxin. Em berdewamîn ku wan ji bin avahî der bînîn.”
Hêjayî amajêye her li êkem roja erdhejê li Turkya û Sûryê li 6.2.2023 Hikometa Herêma Kurdistanê bi serperiştiya wezîrê navxo Rêber Ehmed û wezîrê tendirustî Saman Berzincî hijmarek a harîkariyên tendirustî rewaneî Turkya kirîne digel 38 nujdar û karmendên saxlemiyê û 25 Ambolans weke harîkariyên destpêkê.
Nihajî li piraniya bajêrên herêm Kurdistanê dest bi kempînên komkirina harîkariyan kirye bo lêqewmayên erdheja Turkiya û Sûryê Çunke piraniya qorbaiyan li deverên kurd nişîni li herdu welatan.
Li roja înî jî dê li mizgeftan nivêja Xofranê hêtekirin û duiayan bo qorbaniyên Erd hejê ken û bangî harîkariyê ken.