Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî Qedexeya Ser Firînên Navnetewî ya Ser Herêma Kurdistanê Radike


Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî îro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku qedexeya firînên navnetewî li ser firokexaneyên Herêma Kurdistanê hate rakirin.

“Firîngehên herêmî yên Kurdistanê wê di bin kontrola Wezareta Navxweyî ya Federalî de bin,” daxuyanî got.

Qedexeya firînên navnetewî beşeke toleyên hikûmeta Bexda yên ser Herêma Kurdistanê bû ku wek bersîvdana referanduma serxwebûnê ya meha Îlonê, bi yekalî hatibû kirin.

XS
SM
MD
LG